Li Bexdayê baregehên Haşdî Şabî hatin bombebarankirin
Li Bexdayê ku bi dijwarî hat bombebarankirin, Cîgirê Berpirsê Karûbarên Iraqê yê Artêşa Pasdaran a Îranê ligel pênc şêwirmendê pasdaran hatin kuştin.
Li Bexdayê ku bi dijwarî hat bombebarankirin, Cîgirê Berpirsê Karûbarên Iraqê yê Artêşa Pasdaran a Îranê ligel pênc şêwirmendê pasdaran hatin kuştin.
Li gorî nûçeya medyaya Iraqê, di saetên îro êvarê de gelek baregehên Haşdî Şabî yên li devera Cadiriye ya Bexdayê bi dijwarî hatin bombebarankirin. Di encamê de Cîgirê Berpirsê Karûbarên Iraqê yê Artêşa Pasdaran ya Îranê ligel pênc şêwirmendê pasdaran hatin kuştin.
Her wisa hat ragihandin ku li gelek deverên Bexdayê dengê teqînên mezin hatine bîhîstin, lê nehat zanîn dengê teqînan bombebaran bû an na.